Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê yên li Helebê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên li Helebê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

YPG’ê nasnameya du şervanên xwe ku li bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev gotin:

“Hêzên me yên YPG û YPJ’ê, yekîneyên serkeftin û azadiya tevahî gelan in. Bi morala ku ji hevrêyên xwe yên şehîd digirin derbasî qadên pevçûnan dibin û şerê dijmin dikin.

Dema ku yekîneyên me li Seken Şebabî pêş diketin, her du şervan Tolhildan Sîpan û Xemgîn Zîlan gihiştin asta şehadetê. Tolhildan li qada şer çavkaniya moral û hêza hevalên xwe bû.

Xemgîn di destxistina serketin û azadiyê de bi isarar bû. Israr û morala her du têkoşeran nîşana girêdana wan a bi xeta şehîdan e.

Nasnameyên her du cangoriyan bi vî rengî ne:

Nasnav: Tolhildan Sîpan
Nav û Paşnav: Xelîl Şêxo
Navê Dayikê: Fatme
Navê Bav: Şîhan
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn-Şêx Xorz
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb- El-Seken El-Şebabî/19’ê Sibata 2016’an

Nasnav: Xemkîn Zîlan
Nav û Paşnav: Reşîd Şêxo
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Huseyin
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn-Hec Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb – El-Seken El-Şebabî/ 19’ê Sibata 2016’an”

...