Ji bo Dîrî yê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da merasîmek leşkerî hat lidarxistin

Ji bo endamê YPS Umît Dîrî (Azîz Geverî) yê ku di teqîna li Nisêbînê de birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da merasîmek leşkerî hat lidarxistin.

Ji bo endamê YPS Umît Dîrî (Azîz Geverî) yê ku di teqîna li Nisêbînê de birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê Dîrî ji aliyê gel ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li Nisêbîna ku berxwedan didome, ji bo endamê YPS’ê Umît Dîrî (Azîa Geverî) yê ku di teqîna pêr de giran birîndar bibû û duh şev jiyana xwe ji dest da merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên YPS û YPS-Jin û gel jî beşdar bûn. Li cihê ku merasîm hat lidarxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hatin hildan. Piştî ku cenazeyê Dîrî yê YPS’yî li ser milên hevrêyê wî anîn cihê merasîmê, merasîm destpê kir. Di merasîmê de Çekdar Nisêbîn axivî û diyar kir, îro ji bo ku em hevrêyê xwe defin dikin pir xemgînin û di heman demê de jî serê me bilind de.

 ‘WÊ BERXWEDAN MEZIN BIBE’

Nisêbîn diyar kir, gelê Kurd ev 40 sal in têkoşînê dimeşîne û wiha anî ziman: “Di dîroka PKK’ê de heta niha me bi hezaran şehîd dane. Her dem dewleta Tirk bi kuştinê nediyar û bi qirkirina xwestiye îradeya gelê Kurd bişkîne. Ne heta niha kariye îradeya me bişkîne û nikare îradeya gelê me jî bişkîne. Rexmê hemû qetlîaman û qirkirina jî gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hêz bûye. Gelê Kurd rexmê hemû hêzên dagirker jî têkoşîna xwe domandiye. Di vê navberê de zarokên gelê Kurd bi ruhekî fedayî li hember êrîşan bûn bersiv. Li Sûr, Cizîr û Silopiyayê hê jî qetlîam didomin. Li vir dixwazin îradeya gelê me bişkînin. Em weke YPS Nisêbîn soz didin ku xwîna şehîdên Nisêbînê li erdê namînin. Heta damlaya xwîna me mabe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û di rêya wan de bimeşin.”

‘EM Ê XWEDÎ LI KEDA WAN DER BIKEVIN’

Nisêbîn wiha got: “Hevriyê me şehîd Azîz di nava hêzên xweparastinê de gelek erk girtiye û fedekar bû.” Nisêbîn wiha axivî: “Hevriyê me Azîz xwedî ruhekî fedayane bû. Em weke hêzên YPS Nisêbîn, wê xwedî li keda wî der bikevin û ji bo gihiştina armancên wan, em ê têkoşînê bilind bikin.” Piştî axaftinan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” qîr kirin. Piştre cenaze li ser milên hevrêyên wî rakirin wesayîta cenazeyan a girêdayî şaredariyê. Jinan jî bi tilîliyan cenaze oxirkirin.

Welatiyan cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.