'Heta dilopa dawî ya xwîna xwe...'

Cenazeyê Nûsret Bayar ê 19 salî yê li yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji ber jêçûna zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest da, hînê ji aliyê malbatê ve nehatiye dîtin.

Cenazeyê Nûsret Bayar ê 19 salî yê li yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji ber jêçûna zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest da, hînê ji aliyê malbatê ve nehatiye dîtin.

Bayar, li jêrzemîna wehşetê, ji ber astengkirina hatina ambûlansan a bi mîzansena şer, di 27'ê Çileyê de tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Tevî ku tê gotin temamiya cenazeyan ji jêrzemînan hatine derxistin jî, malbat ev hefteyeke cenazeyê xwe nabîne.

CARNA LI ÎNŞAETÊ CARNA JÎ LI BEXÇEYÊN FINDEQ ÊN LI DERYA REŞ DIXEBITÎ

Bayar ê li taxa Nûrê ya Cizîrê tevî malbata xwe dijiya, ji malbata ji 7 zarokan ê herî dawî û tekane kurê malbatê bû. Xwendekarê lîseyê Bayar, ji aliyê derdora xwe ve weke mirovekî têkoşer dihat naskirin. Carna li înşaetan, carna li nava erdan, carnan jî li bexçeyên findeqan ên li Derya Reş dixebitî. Tevî ku karker bû, cihê xwe di nava xebatên siyasî de jî digirt. Di bin sîwana DEM-GENÇ'ê de dixebitî.

Dayik Feleknaz Bayar diyar kir, ku piştî 14'ê Kanûnê wê êdî kurê xwe nedît û kurê xwe weke 'zarokekî li cihê xwe nedisekinî' pênase kir. Bayar got, "Hevalên wî gelekî bi tevger bûn. Ew jî qet li şûna xwe nedisekinî."

'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EZ Ê MAL Û TAXA XWE NETERIKÎNIM'

Bayik Bayar anî ziman ku di rojên dijwarbûna êrîşên dewletê de axivî û got, "Em her roj bi rêya telefonê pê re diaxivîn. Dema min jê pirsî, ku wê bê malê yan na? wî got, 'Ez ê mala me neterikînim. Ez ê taxa me, hevalên xwe neterikînim. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê li vir bimînim. Ez bi hevalên xwe re bim.' Ji xwe me piştre bihîst bi birîndarî li wê jêrzemînê bû. Piştre agahiya mirina wî hat."