YPG: Êrîşa çeteyan hat têkbirin

YPG'ê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî başûrê gundê Şergiratê kirin û bi destwerdana di cih de ya YPG'ê re pêşî li vê êrîşê hatiye kirin. Hat ragihandin, li vê derê şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, roja 18'ê Sibatê saet di 08:00 de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî başûrê gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirine. Di daxuyaniya YPG'ê de hat ragihandin, ku ev êrîş bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin û hat gotin, "Hêzên me di cih de bersiv dane êrîşê û wesayîta bombebarkirî îmha kirine. Hevrêyekî me yê ji bo pêşî li êrîşê bigire bi fedaî şer kir, gihîşt şehadetê."