Dilşa li ser milên jinan hat oxirkirin

Cenazeyê Dilşa Ak a li Nisêbînê bi gulebarana ji wesayîtên zirxî hat qetilkirin, li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê Dilşa Ak a li Nisêbînê bi gulebarana ji wesayîtên zirxî hat qetilkirin, li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Dilşa Ak (50) a li navçeya Nisêbîna Mêrdînê duh danê êvarî li nêzî Mizgefta Seyîtler a Taxa Abdûlkadîrpaşa ji aliyê hêzên dewleta Tirk bi gulebarana ji wesayîtên zirxî hat qetilkirin, îro ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Ji bo Ak a ku piştî karên otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bi dawî bû anîn navçeyê, li pêşiya Mala Şînê ya Taxa Devrîmê merasîmek cenaze hat lidarxistin.

Merasîma ku Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, MEYA-DER,  Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Nisêbînê, KJA, DBP û HDP’e jî tevlî bûn bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Destên Li Jinê Radibin Bişkên” hatin berzkirin.

Piştî nimêja cenaze, xwişka Ak Hafîfe Yildirim axivî, wiha got: “Ev ne qetlîama yekem e, lê dibe ya dawî be. Xwişka min tevlî karwanê şehîdan bû. Mirinek wisa nabe nesîbê her kesekî, xwişka min şehîda gelê Kurd e.”
Piştre jinan cenaze hilgirtin ser milên xwe û bi awayekî girseyî ber bi Goristana Hacilar ketin rê. Girseya bi dirûşmeyêln, “Şehîd Namirin”, “YPS Gel E Gel Li Vir E” berz dikir piştî gihişt Goristana Hacilar, cenaze li vir defn kirin. Piştî karên defnê, girseya sirûda Çerxa Şoreşê got ji goristanê veqetiya.

...