KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên AKP’ê Mêra radestî DAIŞ’ê kirin
Çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam bajarokê Mêra radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. -
Gever li dijî êrîşên dewleta Tirk rabû berxwedanê
Li Geverê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a li ser Taxa Yeşîldereyê hezên YPS’ê ketin berxwedanê. -
Li Gundê Xerabşeref sewqiyata leşkerî
Li gundê Xerabşeref ê di çarçoveya qedexeya kolanan a li Hezexê de ye, sewqiyata wesayîtên zirxî çêbûn. -
Li Wêranşarê 6 zarok hat girtin
Li Wêranşarê ji 30 zarokên ku di çalakiya şermezarkirina komploya navnetewiyê de hatibûn binçavkirin 6'ê wan hatin girtin. -
Artêşa Tirk Ezaz û Efrînê bombe dike
Artêşa Tirk bi obusan bombekirina Ezaz û Efrînê didomîne. -
Kurdistaniyan Balafirgeha Frankfûrtê dagir kirin
Bi armanca protestokirina qetlîamên li Bakurê Kurdistanê, Balafirgeha Frankfûrt a Elmanyayê hat dagirkirin. -
Leşkerên Tirk kesekî Rojavayî birîndar kir
Leşkerên Tirk kesekî ji gundê li ser sînorê Batûzane yê girêdayî Girkê Legê birîndar kir. -
DMME'ê serlêdana ji bo Dolan hat kirin red kir
DMME'ê serlêdana ji bo Dolan hat kirin red kir -
Li gorî walitiya Amedê, 'korîdora jiyanê' daxwazeke siyasî ye
Bi Cîgirê Waliyê Amedê Mehmet Demîr re ji bo nûçegihanê DIHA’yê Mazlum Dolan hevdîtin pêk hat û daxwaza vekirina korîdorekî hat kirin. Demir destnîşankir ku ev daxwazeke siyasî ye -
Dewleta Tirk 1000 darên Efrînê ji kokê rakirin
Artêşa Tirk derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bû li nêzî gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê 1000 darên zeytûnê ji kokê rakirin. -
Ji Geverê ber bi Şemzînan ve sewqiyata leşkerî
Ji Geverê nêzî 30 wesayîtên leşkerî, sewqî yekîneyên li ser sînorê Şemzînanê ve hatin kirin. -
Li Bagokê 4 cenaze hatin dîtin
Piştî bombardûmana li çiyayê Bagoka Nisêbînê, hat diyarkirin ku cenazeyên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. -
Navê 19 kesên di jêrzemîna Sûrê de asê mane hat eşkerekirin
Êrîşên li hember navçeya Sûr a Amedê di roja 79. de dewam e, Nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan tevî navê xwe, navê 19 kesên di jêrzemînê de asê mane parve kir. -
Li Cizîrê 7 cenazeyên din hatin dîtin
Li Taxa Cûdiyê ya Cizîrê 7 cenazeyên nû hatin dîtin. Li navçeya ku terora çeteyên dewleta Tirk di roja 66. de jimara yên hatin qetilkirin gihişt 232 kesan. -
Li Sûrê amadekariyên ‘Cizîrê’: Birîndar yek bi yek derkevin!
Li Taxa Hasirli ya Sûrê, nêzî 30 mirovî ku Nûçegîhanê DIHA Mazlûm Dolan jî tê de ye, di jêrzemîna malekê de asê ne. -
48 gund û gundik hatin rizgarkirin, HSD 7 kîlometreyan nêzî Şeddadê ye
Operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza gelê herêmê ji bo rizgarkirina bajaroka Şedadê bi navê “Hêrsa Xabûrê” daye destpêkirin, bi lez didome. -
Cenazeyê Casim Kaya ê ku li Sûrê hat qetilkirin, hat teşhîskirin
Cenazeyê ciwanê bi navê Casim Kaya yê ku duh di saetên şevê de li derdora Minara Çarling a Sûrê hate dîtin û rakirin nexweşxaneyê, ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. -
3 cenazeyên ku nehatin teşhîskirin hatin defnkirin
3 cenazeyên ku di êrîşa terora dewleta Tirk a li Cizîrê de hatin qetilkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û nehatin teşhîskirin hatin defnkirin. -
Li Kerboranê operasyona leşkerî
Li çoltera Kerboranê bi tevlîbûna gelek leşkerî ve operasyon hat destpêkirin. -
Li Nisêbînê teqînek dijwar
Li Nisêbînê li derdora Rêya Îpekê teqînek mezin pêk hat. -
Li Hezexê kesek hate girtin
Li navçeya Hezexê xebatkarê Şaredariya Hezexê Kendal Karagol ê ku duh hatibû binçavkirin hate girtin. -
Li Şêxmeqsûdê zarokê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li ser Taxa Şêxmeqsûdê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. -
Gundê Xona hat rizgarkirin
Şervanên HSD’ê gundê Xona yê girêdayî Şedadê jî rizgar kirin. -
Cenazeyên Demîr û Gasir ên ku li Cizîrê hatin qetilkirin ber bi warên wan ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Fatma Demîr û Bariş Gasir ên ku di nava 28 cenazeyên li Cizîrê hatin qetilkirin de bû û şandin Rihayê ber bi warê wan ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Yûnûs Meral jî ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. -
Însiyatîfa Gel a Amedê: Êdî her derê Amedê qada serhildanê ye
Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku ji îro û şûn de êdî her derê Amedê qada serhildanê ye, wiha got: “Wek a li Cizîrê çêbû, divê em li Sûrê jî qetilkirina mirovên me yên di jêrzemînê de asê mane temaşekirinê nesekinin.”