Navê 19 kesên di jêrzemîna Sûrê de asê mane hat eşkerekirin
Êrîşên li hember navçeya Sûr a Amedê di roja 79. de dewam e, Nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan tevî navê xwe, navê 19 kesên di jêrzemînê de asê mane parve kir.
Êrîşên li hember navçeya Sûr a Amedê di roja 79. de dewam e, Nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan tevî navê xwe, navê 19 kesên di jêrzemînê de asê mane parve kir.
Li navçeya Sûrê ku tevî Nûçegîhanê DIHA’yê Mazlûm Dolan nêzî 200 kesan di jêrzemînê de asê mane, topbarana dewleta Tirk dewam dike, navê hin kesên tê de asê mane jî hatin eşkerekirin. Ji navê 30 kesên ku li cem Nûçegîhanê DIHA’yê Dolan in, navê 5’an diyar bibû. Di peyama dawiyê ya Dolan de tevî navê xwe navê 19 kesan parve kir.
Navê 19 kesên di jêrzemînê de asê mane wiha ne: : "Ekrem Karatay, İhsan Karatay, Ekrem Karatay, Ahmet Karatay, Aynur Aslan, Gulistan Aslan (11), Rojda Aslan (6), Muas Aslan (4), Ozgur Aslan (3), Hulya Erkaplan, Semia Surer, Seda Aslan, Elif Aslan (4), Ferat Efe, Mehmet Aktaş, Mahmut Yılmaz (12), Murat yılmaz (14), Vedat Yılmaz, Ayşe Yılmaz."
Rojnamevan Dolan got, di malên din de 30 bi 30, 40 bi 40 mirov hene, lê ji ber êrîşan nikare xwe bigihîne agahiyên bi tendurist.