3 cenazeyên ku nehatin teşhîskirin hatin defnkirin
3 cenazeyên ku di êrîşa terora dewleta Tirk a li Cizîrê de hatin qetilkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û nehatin teşhîskirin hatin defnkirin.
3 cenazeyên ku di êrîşa terora dewleta Tirk a li Cizîrê de hatin qetilkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û nehatin teşhîskirin hatin defnkirin.
13 cenazeyên ji aliyê êrîşên terora dewleta Tirk ên li navçeya Cizîr a Şirnexê di cih û dîrokên cuda de hatin qetilkirin û ji bo kar û barê otopsiyê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nehatine teşhîskirin. Ji cenazeyên ku ev du hefte ne li morga nexweşxaneyê tên ragirtin û bi fermana waliyê Şirnexê guherîna Saziya Tiba Edlî ya nû kir hincet, 3 cenaze ji nexweşxanê girtin û li goristana Nasirhan a bajarokê Dêrgûlê hatin defnkirin.
10 cenazeyên ku mane jî tê payîn ku sibehê yan jî du sibehê bên defnkirin.