Li Cizîrê 7 cenazeyên din hatin dîtin

Li Taxa Cûdiyê ya Cizîrê 7 cenazeyên nû hatin dîtin. Li navçeya ku terora çeteyên dewleta Tirk di roja 66. de jimara yên hatin qetilkirin gihişt 232 kesan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê terora çeteyên dewleta Tirk ve 2 meh in didome, li Taxa Cûdiyê 7 cenazeyên din hatin dîtin. Hat ragihandin ku cenaze li Kolanan Narîn hatine dîtin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li Cizîrê hê vê sibehê cenazeyê jinekê hatibû dîtin.

Li navçeya ku terora dewleta Tirk di roja 66. de jimara yên hatin qetilkirin gihişt 232 kesan.