48 gund û gundik hatin rizgarkirin, HSD 7 kîlometreyan nêzî Şeddadê ye
Operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza gelê herêmê ji bo rizgarkirina bajaroka Şedadê bi navê “Hêrsa Xabûrê” daye destpêkirin, bi lez didome.
Operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza gelê herêmê ji bo rizgarkirina bajaroka Şedadê bi navê “Hêrsa Xabûrê” daye destpêkirin, bi lez didome.
Operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li ser daxwaza gelê herêmê ji bo rizgarkirina bajaroka Şedadê bi navê “Hêrsa Xabûrê” daye destpêkirin, bi lez didome. Di 2 rojên operasyonê heta niha 48 gund û gundok hatine rizgarkirin. Şervanên QSD’ê nêzî Şedadê bûne.
Operasyona ku di 16’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ji aliyê Çiyayê Kezwanan û aliyê başûrê Holê ber bi Şedadê ve, ji 2 baskan didome.
Di van du rojan de li başûrê Holê derdora 25, her wiha li eniya Çiyayê Kezwanan jî derdora 23 gund û gundok hatin rizgarkirin.
Her wiha îstasyona gazê ya navendî ya herî mezin jî di nav de, heta niha 6 îtasyonên gazê jî hatine rizgarkirin.
Di operasyona rizgarkirinê de heta niha li eniya başûrê Holê 33 çete hatin kuştin. Her wiha li eniya çiyayê Kezwanan jî gelek kuştiyên çeteyan hene, lê derbarê hêjmarê agahiya zelal nehate bidestxistin.
Ji aliyê eniya başûrê Holê ve şervanên QSD’ê 7 km û ji aliyê eniya Çiyayê Kezwanan ve jî nêzî 15 km nêzî bajarokê Şeddadê bûne.