Ji Geverê ber bi Şemzînan ve sewqiyata leşkerî

Ji Geverê nêzî 30 wesayîtên leşkerî, sewqî yekîneyên li ser sînorê Şemzînanê ve hatin kirin.

Ji Geverê nêzî 30 wesayîtên leşkerî, sewqî yekîneyên li ser sînorê Şemzînanê ve hatin kirin. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dîsa sewqiyateke leşkerî pêk hat. Beriya sewqiyatê wesayîtên li navenda sûkê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dûrxistin û nêzîkê 30 wesayîtên leşkerî ber bi navçeya Şemzînanê ya li ser xeta sînor dimîne çûn.

Dema sewqiyatê ji wesayîtên zirxî gule hatin avêtin.