Dewleta Tirk 1000 darên Efrînê ji kokê rakirin
Artêşa Tirk derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bû li nêzî gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê 1000 darên zeytûnê ji kokê rakirin.
Artêşa Tirk derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bû li nêzî gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê 1000 darên zeytûnê ji kokê rakirin.
Artêşa Tirk hovîtiya xwe di hemû aliyan de berdewam dike, tevî topbarana wê ya li dijî gundên kantona Efrînê û gundên herêma Ezazê ku ji destên çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam rizgar kirine, îro jî leşkerên Tirk li devera sînor a nêzî gundê Qermîtliq a girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê derbasî aliyê Kantona Efrînê bûn û bêtirî hezar darên zeytûnan ji kokê rakirin. Her wiha sînor bi qasî 300 mître û bi dirêjahiya 3 km bi aliyê kantonê ve fireh dike.
Piştî ku leşkeran darên zeytûnan hilkirin, bêtirî 50 leşker li heman deverê bi cih kirin û bi bafleyan welatî hişyar kirin ku eger kesek nêzî sînor bibe wê rastî kuştinê were.
Li aliyê din welatiyên van gundên nêzî sînor û yên ku darên wan hatine rakirin, helwesta Artêşê bi tundî şermezar kirin û gotin ku ev darên ku hatine hilkirin temenên wan bêtirî 100 salî ne û bang li aliyên têklîdar kirin ku rê li pêşiya hovîtiy dewleta Tirk li dijî xwezayê bigirin.