Li Gundê Xerabşeref sewqiyata leşkerî
Li gundê Xerabşeref ê di çarçoveya qedexeya kolanan a li Hezexê de ye, sewqiyata wesayîtên zirxî çêbûn.
Li gundê Xerabşeref ê di çarçoveya qedexeya kolanan a li Hezexê de ye, sewqiyata wesayîtên zirxî çêbûn.
Li navçeya Hezex a Şirnexê operasyonên qirkirinê di roja 3’yemîn de dewam dike.
Li gundê Xerabşeref ê ji bilî navenda navçeyê di çarçoveya qedexeyê de ye, ji Midyad û navenda Hezexê gelek wesayîtên zirxî û personelên leşkerî hatin sewqkirin.
Her wiha topbarana ji duh saetên êvarî ve li ser taxên Yenî û Tûrgût Ozal tên kirin bi awayekî zêde didomin, li ser navenda navçeyê jî tevgera pêgerên hewayî yên keşfê dewam in.