Li Kerboranê operasyona leşkerî

Li çoltera Kerboranê bi tevlîbûna gelek leşkerî ve operasyon hat destpêkirin.

Li  qada çolterî ya gundên Şikeftikê, Kûpras, Basqil û Deywan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê operasyonek leşkerî hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku gelek leşker tevlî operasyonê bûne.

Her wiha tevî rojên dawî li navenda navçeyê ti bûyer tinene jî hate hînbûn ku wesayîtên zirxî yên dewriye digerin girên li derdor ketober gulebaran dikin.