Li gorî walitiya Amedê, 'korîdora jiyanê' daxwazeke siyasî ye
Bi Cîgirê Waliyê Amedê Mehmet Demîr re ji bo nûçegihanê DIHA’yê Mazlum Dolan hevdîtin pêk hat û daxwaza vekirina korîdorekî hat kirin. Demir destnîşankir ku ev daxwazeke siyasî ye
Bi Cîgirê Waliyê Amedê Mehmet Demîr re ji bo nûçegihanê DIHA’yê Mazlum Dolan hevdîtin pêk hat û daxwaza vekirina korîdorekî hat kirin. Demir destnîşankir ku ev daxwazeke siyasî ye
Bi Cîgirê Waliyê Amedê Mehmet Demîr re ji bo nûçegihanê DIHA’yê Mazlum Dolan hevdîtin pêk hat û daxwaza vekirina korîdorekî hat kirin. Demir destnîşankir ku ev daxwazeke siyasî ye. û gotinên waliyê Şirnexê a ji bo Cizîrê gotibû dûbare kir.
Hevdîtinên ji bo 200 sivîlên ku tê de nûçegihanê DIHA’yê Mazlum Dolan jî heye û li navçeya Sûra Amedê asê mane berdewam dikin. Serokê Lijneya Rêvebiriya DÎHA'yê Zekeriya Guzupek, parêzerê ajansê Resul Tamur û şandeyeke ku ji endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê pêk tê ji bo mijarê çûn walitiya Amedê. Şandeyê li vir bi Cîgirê Waliyê Amedê Mehmet Demir re hevdîtin pêk anî. Demir piştî agahiyên parêzeran axivî û diyar kir ku ew ti kesî îmha nakin û wiha got: "Heta niha me di ti operasyonan de ti kesekî sivîl îmha nekir. Kesên bi alên spî vedikin tên parastin û em temînatê didin."
Li ser vê ji ajansê Guzupek komkujiyên li Cizîrê pêk hatin bi bîr xist û wiha got: "Li Cizîrê pratîkek pêk hat. Rewşa dayika Taybet diyar e. Jinên ducanî û pir hatin gulebarankirin."
'EV DER NE CİZÎR E'
Cîgirê Walî Demir wiha got: "Ev der ne Cizîr e. Li wir çi qewimiye, ez nizanim. Lê, li vir kesên dixwazin derkevin dikarin. Cihê pêywirdar tên agahdarkirin. Ji ber ku rayeya operasyonan ne di destên me de ne. Daxwaza korîdorê ya rêxistinên saziyên sivîl siyasî ne. Hewldanên rizgarkirina terorîstên wê derê ne. Ji ber ku di jêrzemînan de sivîl hene, ev daxwaz tên. Lê, agahiyeke bi vî rengî negihişt destên me."
Guzupek jî agahiyên ku ji nûçegihanê DIHA’yê Dolan hatiye ragihand û numareya telefonê da Demir.
Li ser vê yekê Demir hêjmara telefonê ji Midiruyeta Polîsan re ragihand û midûriyetê diyar kir ku ev telefon di destên wan de heye.
Piştî hevdîtinê, Demir li Wekîlê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen geriya û ev tişt ragihandin: "Bila di vê saetê de ti kes dernekeve derve. Sibehê danê sibehê kesên sivîl ên bi alên spî derdikevin re em ê bibin alîkar."