Li Şêxmeqsûdê zarokê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li ser Taxa Şêxmeqsûdê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Êrîşên çeteyên El-Nusra û hevalbendên wê ên li ser Taxa Şêxmeqsûd dewam dikin. Çete bi çekên giran û tûpên gazê êrîşî taxê dikin. Di encama êrîşa çeteyan de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji taxê hatin ragihandin, navê zarokê jiyana xwe ji dest daye, Umer Îsa ye. Her wiha navên 5 kesên ku birîndar bûne jî wiha ne: “Tairk Meerawî, Bişar Elî, Ebdilhenan, Munzir Mihemed Mustefa û Nebîhe Iwêd’. Navên her sê birîndarên din jî nehatin zanîn.
Topbarana çeteyan a li ser taxê hê jî didome.