Gever li dijî êrîşên dewleta Tirk rabû berxwedanê

Li Geverê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a li ser Taxa Yeşîldereyê hezên YPS’ê ketin berxwedanê.

Li navçeya Gever a Colemêrgê hêzên çeteyên dewleta Tirk bi wesayîtên zirxî ,Kepçe û Kobrayan Taxa Yeşîldere dopêç kirin û dest bi êrîşan kirin. Li ser gulereşandina wesayîtên zirxî hêzên YPS/YPS- Jin ketin berxwedanê.

Li taxê jî bi çalakiya dengderxistinê welatiyan pişgirî dan berxwedanê.

Li Taxên Mezarlik û Oremarê ya navçeyê jî ji bo qayîmkirina bendan xebat hatin kirin û bendên nû hatin avakirin. Rexmê hewaya sar jî gel ket xweparastinê û dem bi dem dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê”û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.