Li Sûrê amadekariyên ‘Cizîrê’: Birîndar yek bi yek derkevin!

Li Taxa Hasirli ya Sûrê, nêzî 30 mirovî ku Nûçegîhanê DIHA Mazlûm Dolan jî tê de ye, di jêrzemîna malekê de asê ne.

Ji bo wergirtina sivîl û birîndarên li jêrzemîna malekê ya li Sûrê asê mane, hewldan bê encam dimînin. Malbat dixwazin korîdor bê vekirin, Walî bêyî ti garantiyê bide, dibêje ‘yek bi yek bila derkevin derve.”

Hikûmeta AKP’ê hewl dide wek qetlîamên li navçya Cizîrê li Sûrê jî pêk bîne. Fikarên înfazkirinê niha serwer in.
Li Taxa Hasirli ya Sûrê, nêzî 30 mirovî ku Nûçegîhanê DIHA Mazlûm Dolan jî tê de ye, di jêrzemîna malekê de asê ne.

Têkîldarî sivîl û birîndarên li jêrzemînê ti agahî nayên girtin. Lê, dem bi dem li gor agahiyên ji telefonan, li jêrzemînê 5 zarok, 2 pitikên 3 mehî û 9 sivîlên bi giranî birîndar hene. Li avahiyê mirovên xwedî birînên sivik jî hene.

JINA BI ALA SPÎ KIRIN HEDEF

Sivîlên li malê ji bo derkevin duh gav avêtin. Jinekê hewl da ala spî li banê malê daliqîne, xwest bêje li malê sivîl hene. Lê jina hewl da ala spî daliqîne bû hedefa guleyan, al jî kunkunî bû.

Ji dayikan yek a di malê de li malbata xwe geriya û rewş ragihand. Malbatn îro ji bo derxistina sivîlan ji şaredariyê xwestin ku bikeve nav hewldanan.

JI QETLÎAMÊ RE DAWETNAME

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Wekîla Hevşaredara Sûrê Azîze Deger Kûtlû, bi qeymeqam û walî re hevdîtin pêk anîn. Qeymeqam got, “Biçin emniyetê serlêdanê bikin”, walî jî ji Yîgîtalp re wiha got: “Bila yek bi yek ji malê derkevin.”

Yîgîtalp xwest korîdorek bê vekirin, wiha got: “Hevalek me yê jin a dayika wê di hundir de ye, dibêje dixwaze biçe û dayika xwe wergire.” Yîgîtalp pirsî ku “Hûn nikarin korîdorê vekin?” , lê walî daxwaz red kir, Yîgîtalp got,” Birîndarên giran hene.

Ew ê çawa derkevin.” Li ser vê berteka Yîgîtap jî walî bê berpirsiyartiya xwe domand, wiha got: “Ez nizanim. Eger dixwazin derkevin bila derkevin.”

BALAFIRÊN ŞER DIGERIN

Hewldan vala derdikevin, li ser bajar jî balafirên şer digerin. Danê nîvro jî balafirên şer ji nizm firiyabûn. Wek duh êvarî îşev  jî li Sûrê tê payîn ku êrîş hê girantir bibin.

Malbatên ku li jêrzemînê xizmên wan hene jî li şaredariyê rawestiyane.