Li Wêranşarê 6 zarok hat girtin
Li Wêranşarê ji 30 zarokên ku di çalakiya şermezarkirina komploya navnetewiyê de hatibûn binçavkirin 6'ê wan hatin girtin.
Li Wêranşarê ji 30 zarokên ku di çalakiya şermezarkirina komploya navnetewiyê de hatibûn binçavkirin 6'ê wan hatin girtin.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, 4 roj ewilî li taxa Şirnexê bi sedan ciwan ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû çalakî pêk anîbûn û di encama çalakiyê de 30 zarok ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Piştî karên midiruyeta polîsan 30 zarokên binçavkirî anîn dadgehê. Dozgeriyê 24 zarokan piştî îfadeyê serbest berda û 6 zarokên din bi daxwaza girtinê sewqî mihkemeyê kir.
Di mihkemeyê de 6 zarokên bi navê M.A.T., A.Î., U.A., E.S. û O.B. bi hinceta "beşdarî çalakî û meşa bê destûr bûne" û "Kevir avêtin polîsan" hatin girtin û zarokan birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Rihayê.