Artêşa Tirk Ezaz û Efrînê bombe dike
Artêşa Tirk bi obusan bombekirina Ezaz û Efrînê didomîne.
Artêşa Tirk bi obusan bombekirina Ezaz û Efrînê didomîne.
Artêşa Tirk bi hedefgirtina sivîlan ve bi awayekî zêde Efrîn û Ezazê bi obusan bombe dike.
Ji nêzî deriyê sînor ê Bab El-Selamê, çoltera Dêr Cemal, Til Rıfat (Arpêt), Minix, Eyn Deqnê, Merenaz, Elqemiyê, Kiştar, Kefer Anton, Malkiyê, Kefer Nasih û Efrîn hatin bomberdûmankirin.
Hat diyarkirin ku di bomberdûmana jiyangeh kirine hedef de gelek welatî birîndar bûne û xisara madî çêbûye.
Her wiha hat diyarkirin ku bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li hember Efrînê dewam dike.