Cenazeyên Fatma Demîr û Bariş Gasir ên ku di nava 28 cenazeyên li Cizîrê hatin qetilkirin de bû û şandin Rihayê ber bi warê wan ve hatin oxirkirin. Cenazeyê Yûnûs Meral jî ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin.
Ji 28 cenazeyên ku li jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de hatin qetilkirin û şandin Rihayê, piştî teşhiskirina cenazeyên Fatma Demîr û Bariş Gasir ber bi warên wan ve oxir kirin. Cenazeyê Demîr ber bi navçeya Stewrê ya Mêrdînê û cenazeyê Gasir jî ber bi Cizîrê ve bi rê ketin.
Cenazeyê Yûnûs Meral ê ku di heman morga Nexweşxaneya Dewletê ya Balikigolê de bûn, ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Piştî kar û barê cenazeyê Meral ji bo definkirinê ber bi navçeya Xolxol a Çewlikê ve bi rê ketin.
Ji 28 cenazeyên ku şandin Rihayê Sûltan Irmak, Fehmî Dînç, Mesût Arsîn, Ercan Bîşkîn, Sînan Kaya û Mehmet Kûlbay ên ku ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin li warên wan hatibûn definkirin.
Piştî teşhîskirina cenazeyên Demîr, Garis û Meral di Nexweşxaneya Mehmet Arîf Înan de 10, li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê 5 û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwerekê jî 4 cenaze mane.