Çeteyên AKP’ê Mêra radestî DAIŞ’ê kirin
Çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam bajarokê Mêra radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam bajarokê Mêra radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin.
Hat diyarkirin ku li bajarokê Mêra zêdetirî sed çeteyên DAIŞ’ê xwe bi cih kirine û çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam ên li bajarok jî tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne.
Li gor agahiyên ji herêmê, nêzî saet 16.00’an li bajarokê Mêra yê girêdayî Ezazê di navbera çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ’ê yên dewleta Tirk pişgiriyê didinê, civînek li dar xistin. Di civîna ku li ser teslîmkirina Mêra ji bo çeteyên DAIŞ’ê hate axaftin de lihevkirin çêbûye û bajarok radestî çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin.
Her wiha endamên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li dijî şervanên Ceyş El Sûwar têk diçin tevlî çeteyên DAIŞ’ê dibin, hin çeteyên tevlî DAIŞ’ê nebûne jî derbasî navenda Ezazê bûne.
Çavkaniyê dîsa destnîşan kir ku zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ’ê li bajarok xwe bi cih kirine.