Li Bagokê 4 cenaze hatin dîtin

Piştî bombardûmana li çiyayê Bagoka Nisêbînê, hat diyarkirin ku cenazeyên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Balefirên şer ên artêşa Tirk ev du roj in çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bomberdûman dike, hat ragihadin ku di saetên sibehê de şer derketiye. Heyetek ku Parlementera HDP’ê Gulser Yildirim û rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de di saetên nîvroyê de çibûn herêmê.

4 CENAZE RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Li gorî agahiyên ji herêmê, piştî bomberdûmanê şer pêk hatiye û cenazeyê 4 kesan bi ambûlansan rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat ragihandin ku cenaze aîdî gerîlayên Hêzên Parastina Gel in.