Cenazeyê Casim Kaya ê ku li Sûrê hat qetilkirin, hat teşhîskirin

Cenazeyê ciwanê bi navê Casim Kaya yê ku duh di saetên şevê de li derdora Minara Çarling a Sûrê hate dîtin û rakirin nexweşxaneyê, ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Casim Kaya yê ku duh di saetên şevê de li derdora Minara Çarling a Sûrê hate dîtin û rakirin nexweşxaneyê, ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. 

Li navçeya Sûrê ya Amedê, dorpêç û êrîşên tevkujiyê di roja 79'emîn de didome û duh bi şev polîsan cenazeyek rakir nexweşxanê. Hate zanîn ku cenaze yê ciwanê bi navê Casîm Kaya (24) ye û ji derdora Minara Çarling ve hatiye girtin. Piştî ku cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, ji aliyê malbatê ve hat teşhîs kirin. 

Apê Kaya, Hamît Kaya yê ku cenazeyê teşhîs kir da zanîn ku di laşê biraziyê wî de şopên bi dehan guleyan hebûye. Ap Kaya her wiha anî ziman ku biraziyê wî di demên nêz de hatiye kuştin û cenaze nû bûye.