Însiyatîfa Gel a Amedê: Êdî her derê Amedê qada serhildanê ye

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku ji îro û şûn de êdî her derê Amedê qada serhildanê ye, wiha got: “Wek a li Cizîrê çêbû, divê em li Sûrê jî qetilkirina mirovên me yên di jêrzemînê de asê mane temaşekirinê nesekinin.”

Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku ji îro û şûn de êdî her derê Amedê qada serhildanê ye, wiha got: “Wek a li Cizîrê çêbû, divê em li Sûrê jî qetilkirina mirovên me yên di jêrzemînê de asê mane temaşekirinê nesekinin.”

Însiyatîfa Gel a Amedê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê li tevahî taxan, kolan û rêyan agirên berxwedanê pêkevin û barîqat bên danîn.

Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne derbasî merheleyek nû bûye. Însiyatîfê destnîşan kir ku hêzên dijmin ên faşîst bi tevahî hêza xwe êrîşî qadên berxwedana xwerêberiyê lê heye dikin, hewl dide îradeya xwe birêvebirina gelê Kurd bişkîne, wiha dewam kir:

“Her çiqasî êrîş çêdibin jî bila bibin, gelê me wê ji xwerêveberiyê dûr nekeve. Xwerêveberî mafê herî bingehîn e. Gelê me jî vî heqê xwe bikar tîne.

Li Cizîrê, Silopiya, Hezex, Sûr û Nisêbînê ku berxwedana xwerêveberiya gel dewam dike, hêzên dewleta faşîst bi deh hezaran çete, tank, topan bomberdûman dike, bi îlankirina qedexeyên kolanan ên bi mehan ve hewl dide gelê me bi birçîbûn û tîbûnê ve terbiye bike. Tevî giştî êrîşan jî gelê me bi lehengî li ber xwe dide û destanek berxwedanê dinivîse. Li Cizîrê 150 mirovên me heta bêhna xwe ya dawî bi lehengî li ber xwe dan û gihiştin şehadetê.

Li Sûrê berxwedan ketiye roja 78’emîn. Û êdî gelê me yê li wir bi qetlîaman re rû bi rû ye. Sivîlên li wir di jêrzemînekê de asê mane. Em nikarin wek li Cizîrê çêbû, qetilkirina van mirovên xwe bi temaşekirinê bisekinin. Eger em serhildanên bi hêz çênekin, wê van qetlîamana bidomin. Lê, tenê bi serhildanan em dikarin van qetlîaman rawestînin.

Ji îro û şûn de her derê Amedê qadek serhildanê ye. Divê li tevahî tax, kolan, rêyên Amedê agirên berxwedanê bên pêxistin û barîqat bên danîn. Êdî her kes xwedî însiyatîf e. Di serî de AKP’e, tevahî saziyên dewletê hedefên me ne. Di pêşengiya jin û ciwanan de divê tevahî gelê me bi ruhê serhildanê dakeve qadan. Pêwîst e her kes mala xwe, kolan û taxa xwe biparêze. Divê bi danîna barîqatên mezin ve em êdî nehêlin hêzên dewletê yên faşîst bi hêsanî bigerin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.”