Zarokên komkujiya Cizîrê yên aqûbeta wan nediyar

Li Cizîrê ku bi sedan kes lê hatin şewitandin, qetilkirin, zêdeyî meheke malbat agahiyê ji Cengîz Gerem ê 15 salî û Kasim Yana yê 18 salî nagirin.

Li Cizîrê ku bi sedan kes lê hatin şewitandin, qetilkirin, zêdeyî meheke malbat agahiyê ji Cengîz Gerem ê 15 salî û Kasim Yana yê 18 salî nagirin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê ev 68 roj in bi sedan kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Malbat jî li ber morgên li Riha, Mêrdîn, Şirnex, Xabûr û Dîlokê hewl didin cenazeyên zarokên xwe yên nema tên naskirin, teşxîs bikin. Detayeke din a komkujê jî zarok û ciwanên li Cizîrê ne, ku malbat agahiyê ji wan nagirin. Malbat nikarin xwe bigihînin Cengîz Gerem ê 15 salî û Kasim Yana yê 18 salî. Malbatên ku ji ber xaniyên wan ên li Cizîrê bi komkujiyê re hatin hilweşandin çûn cem xizmên xwe yên li Basanê, têkildarî zarokên xwe serî li saziyên pêwendîdar dan, lê ti bersiv negirtin.

MALBAT NIKARIN AGAHIYÊ WERBIGIRIN

Xizmên Cengîz li Mêrdînê, yên Kasim jî li Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Xabûrê mînaka xwîna xwe dan. Malbat dibêjin, "Dewlet ji berê ve me hesretî dîtina mirî yan jî zindiyê xwe dike." Malbat li benda agahiyekê ne.

'MIRÎ YE YAN JÎ SAX E, EM NIZANIN'

Cengîz Gerem tevî malbata xwe li mala xwe ya li taxa Cûdî dima û piştî ku malbat ji ber êrîşên giran di roja 19. de derket, wî got, "Ez ê li mala xwe bimînim, xaka xwe neterikînim". Dayika Germ Safiye Gerem diyar kir, herî dawî berî mehekê ew bi kurê xwe re axiviye û got, "Ji hingî ve min agahî jê negirt. Em nizanin bê dijî yan jî najî. Em nizanin bê çi anîne serê kurê me. Bi tenê em diêşin."

'DEST JI MALA XWE BERNEDA'

Dayika Safiye got, "Em li taxa Cûdî diman. Mala me li wir bû. Piştî vê komkujiya dawî bavê wî çû Mêrdînê û xwîna xwe da. Dibe ku ew jî di nava yên hatine qetilkirin de be. Em niha li bendê ne. Berî mehekê dema li me geriya, rewşa wî baş bû. Ji me re got ku dixwaze bi tenê dengê me bibihîze. Ji hingî ve agahî jê nîne. Ev mehek û hefteyeke em agahiyê jê nagirin. Em ji malê derket, lê ew ji bo li malê miqate be lê ma. Em niha nizanin aqûbeta wî çi ye. Miriye yan dijî, em nizanin."

HERÎ DAWΠDI 27'Ê ÇILEYÊ DE BI KASIM RE AXIVÎ

Kasim Yana bi rêya telefonê ji jêrzemîna destpêkê ya bi dehan cenazeyên hatin şewitandin jê hat derxistin, bi malbatê re axivî bû. Ew jî li taxa Cudî bû. Xwişka Kasim Abîde Yana diyar kir ku herî dawî roja 27'ê Çileyê bi rêya telefonê ew pê re axivîne. Abîde Yana got, "Kekê min bi hevalekî xwe yê bi navê Omer Uren re ji taxa Cûdî li me geriya. Bi wan re hevalekî birîndar bû. Gotin ew li nexweşxaneyê de tê ragirtin. Lê gotin em bi aqûbeta her du yên din nizanin. Ji hingî ve agahî nayê wergirtin."

'DEWLETÊ EM KIRINE HESRETÊ DÎTINA MIRÎ Û BIRÎNDARÊN XWE'

Abîde Yana got, "Dema li me geriya got, ew bi hevalê xwe re ne û hewldana komkujiyê tê kirin. Li jêrzemînekê asê mabûn. Ji hingî ve agahî jê nayê girtin. Em nizanin li ku ne. Mirî ne yan dijîn, em bi wê jî nizanin." Abîde Yana diyar kir, dê û bavê wê çûne Xabûrê û xwîna xwe dane.

Abîde anî ziman ku ew kekê xwe Kasim mirî yan jî zindî dixwazin û got, "Ji berê ve ev dewlet me hesretî dîtina mirî û zindiyê xwe dike."