Çete di ser Tirkiyeyê re bi cebilxaneyan derbasî Ezazê bûn

Dewleta Tirk duh êvarê bi 25 wesayîtan re çeteyên Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam, tevî cebilxaneyên wan di ser Tirkiyeyê re derbasî Ezazê kir.

Dewleta Tirk duh êvarê bi 25 wesayîtan re çeteyên Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam, tevî cebilxaneyên wan di ser Tirkiyeyê re derbasî Ezazê kir.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, di benda leşkerên Tirk a li pêşberî kampa Atmê, danê êvarê saet di 18:00 de çete bi çek û cebilxaneyên xwe di ser Tirkiyeyê re derbasî Ezazê hatin kirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, ku di dema derbaskirina 25 wesayîtên bi çeteyan dagirtî de projektorên li qereqolê hatine girtin.