KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ber bi Tûzlayê ve pêleke nû ya koçberiyê destpê kir!
Endama Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahattîn Gorenç diyar kir, mirovên malên wan ên li Cizîr û Silopiyayê hatin xerakirin, koçî kampa Çadirkent a li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dikin. -
Andok: Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir bûn navê berxwedana li dijî faşîzmê
Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir, Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir ên li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin, ji bo rêya siyaseta demokratîk nîşan bidin bedenên xwe yên bexşandî feda kirine. -
Ji HSD’ê daxuyaniya Şeddadê:Paqijkirina mayînan didome
HSD bi daxuyaniyekê diyar kir ku herêma Şedadê ku di vê dema dawî de hatiye rizgarkirin ji ber mayînên ku çeteyan çandibûn, hê jî ewlehiya wê nehatiye peydakirin û hêzên wan ên pispor ji bo bêbandorkirina mayînan xebatên xwe berdewam dikin. -
TEV-ÇAND’Ê xebatên xwe nirxand
Endamên TEV-ÇAND’ê li bajarê Koln ê Elmanyayê civiyan, qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd, xebatên rêxistînî û gavên bên avêtin nîqaş kirin. -
Li Dêrikê 2 rojnamevan bi sedema ‘dîmen kişandinê’ hatin binçavkirin
Nûçegîhana Rojnameya Azadiya Welat Melek Yuksel û Nûçegîhanê DIHA’yê Emrah Ayverdî yên li Dêrikê hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan. -
Li Silopiyayê 5 rojnameger hatin binçavkirin
Rojnemevanên JÎNHA û DÎHA’yê Handan Tufan, Eylem Baykuş, Ahmet Kanbal û Servet Yîgen ên ku komkujiya Cizîrê ragihandin raya giştî li Silopiyayê hatin binçavkirin. -
Li Şirnexê panela zimanê dayikê
Li Şinexê bi munasebeta 22’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Şaxê Kurdî- Der a Şinexê panelek hat lidarxistin. -
Bavê Somer serbest hate berdan
Bavê Abdulbakî Somer (Zinar Raperîn) ê ku êrîşa Enqereyê pêk anî Musa Somer piştî ku ji bo testa DNA'yê mînak jê hate girtin, serbest hate berdan. -
Li Taxa Suryanî ya Hezexê ketober gule tên reşandin
Çeteyên hêzên dewleta Tirk bi wesayîtên zirxî ketober guleyan ji navçeya Hezex a Şirnexê li ser Taxa Suryanî direşîne. -
Welatiyên li Sûrê asê mane, ‘em di jêrzemînekî de ne, li vir pitik, zarok hene’
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp qeydên deng ên welatiyên li Sûrê asê mane da guhdarkirin. -
Rojnameger Koyuncu hate binçavkirin
Xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiyayê rojnameger Sebahattin Koyuncu ji hêla tîmên taybet ve hate binçavkirin. -
Ji bo malbatên Dalmiş û Akdogan ên hatin qetilkirin ziyareta sersaxiyê
Ziyareta sersaxiyê ya ji bo malbatên Tahîr Akdogan û Nûrsal Dalmiş ên ku di qetlîama Cizîrê de hatin înfazkirin didomin. -
Li Hezexê 2 tîmên taybet hatin kuştin
Tê diyarkirin ku 2 tîmên taybet ên hewl dane bikevin taxên Hezexê ya qedexeya kolanan lê dewam dike, hatine kuştin. -
Polîsên Tirk êrîşî çalakiya ‘Sûr nebe mîna Cizîrê’ kir
Polîsên Tirk êrîş birin ser bi sedan welatiyên ku bi şîara ‘Sûr nebe mîna Cizîrê’ li pêşiya avahiya AZC Plaza ya ku semta Ofîsê û navçeya Yenîşehîrê bi hev girê dide kom bûn. -
Feraseta teşhîrê vê carê jî li Sûrê ye
Feraseta ku cenazeyên jinên ku qetil kirin beriya demeke niha Mûş û Cizîrê bi awayeke tazî teşhîr kirin vê carê jî li Sûrê xwe da der. -
YPJ-Şengal 1. Konferansa xwe li çiyayê Şengalê li dar xist
Yekîneyên Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) 12-13’ê Sibatê li Çiyayê Şengalê 1. Konferansa xwe li dar xist. -
HSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
HSD’ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên ku di operasyona Xezeba Xabûrê de jiyana xwe jidest dane, eşkere kir. -
Artêşa Tirk bombekirina Rojava didomîne
Êrîşên artêşa Tirk a li hember Rojava dewam dike. -
LI Şedadê 49 çete hatin kuştin
Di operasyona rizgarkirina gundewarên Şeddadê yên di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ de, şer bi dijwarî dewam dike. -
Ji bo endamê TAK’ê yê ku li Enqereyê çalakiyek li dar xist konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo endamê TAK’ê Abdulbakî Sonmez (Zinar Raperîn) ê ku di çalakiya li hember artêşa Tirk a li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê konê sersaxiyê hat vedan. -
Li Bremenê Meclîsa Jinan a Sêvê hat îlankirin
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Şehîd Sêvê îlan kirin. -
Li Şêxmeqsûdê 13 sivîl hatin qetilkirin, 197 sivîl birîndar bûn
Ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî taxa Şêxmeqsûdê, di nava 5 rojan de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 197 sivîl jî birîndar bûn. -
Li Dêrikê teqîneke dijwar pêk hat
Li Dêrika Çiyayê Mazî, ku terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 3. de ye, teqîneke dijwar pêk hat. -
YPS'ê bîlançoya 3 rojan eşkere kir: 33 çeteyên AKP'ê hatin kuştin
YPS'ê li ser şer û berxwedana li bajarên Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniya YPS'ê di nava 3 rojên dawî de 33 leşker û polîs hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Di şer de şervaneke YPS-Jin jiyana xwe ji dest da. -
Li Mûşê operasyon, li Heftanîn û Zapê bomberdûman
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, operasyona artêşa Tirk a li başûrê Mûşê hat destpêkirin, dewam dike.