Li Mûşê operasyon, li Heftanîn û Zapê bomberdûman
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, operasyona artêşa Tirk a li başûrê Mûşê hat destpêkirin, dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, operasyona artêşa Tirk a li başûrê Mûşê hat destpêkirin, dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, operasyona artêşa Tirk a li başûrê Mûşê hat destpêkirin, dewam dike.
Di daxuyaniyê de li ser êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn.
OPERASYONA LI BAŞÛRÊ MÛŞÊ DEWAM DIKE
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser operasyona di 16'ê Sibate de li Mûşê hat destpêkirin, ev agahî da:
"Ji 16'ê Sibatê û pê ve, artêşa Tirk li qada başûrê Mûşê ya ser bi herêma Garzanê dest bi operasyonê kir. Artêşa Tirk li dora Pira Şên, rêya Sêmalê, Darbiy, Mêrgaxalit û Kerenganî bi cih bûye û hînê operasyonê dimeşîne."
BOMBERDÛMANA LI HEMBERÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ
Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî bi raya giştî ra hat parvekirin:
"20'ê Sibatê saet di navbera 11:00-16:00 û 20-21'ê Sibatê saet di navbera 23:00-04:00 de qereqola Aruş a li navçeya Şirnex Qilabanê; topên hawanê avêt qada Şehîd Dilber a li herêma Metîna. Ji ber vê bomberdûmanê, malzemeyên gelê xwecihî yê bazirganiya li ser sînor dike, zerar dîtin.
20'ê Sibatê saet di navbera 23:00-23:30 de qereqola Tepê Sînek a li navçeya Şirnex Qilabanê, topên hawanê avêt qda Kato Silê ya li herêma Heftanînê.
20'ê Sibatê saet di navbera 22:00-23:00 de qereqolên Serê Sêvê û Şkêr ên li navçeya Colemêrg Çelê, girê Cehennem ê li Zapê û herêma Çiyayê Reş bi obus, hawan û tankan bombe kirin.
20-21'ê Sibatê saet di navbera 15:30-01:30 de li herêma Zapê, saet di navbera 20:00-02:00 de li herêma Gagrê, saet di navbera 00:00-06:00 de li herêma Heftanînê balafirên keşfê yên bê mirov geriyan û keşif kirin."