Ji bo malbatên Dalmiş û Akdogan ên hatin qetilkirin ziyareta sersaxiyê

Ziyareta sersaxiyê ya ji bo malbatên Tahîr Akdogan û Nûrsal Dalmiş ên ku di qetlîama Cizîrê de hatin înfazkirin didomin.

Ziyareta sersaxiyê ya ji bo malbatên Tahîr Akdogan û Nûrsal Dalmiş ên ku di qetlîama Cizîrê de hatin înfazkirin didomin.

Ziyareta sersaxiyê ya ji bo malbatên Nûrsal Dalmiş û Tahîr Akdogan ên ku di jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê de hatin înfazkirin û roja derbasbûyî Nûrsel Dalmiş li Silopyayê hat definkirin û duh jî Tahîr Akdogan li Cizîrê hat definkirin didomin. Heyeta HDP û DBP’ê ku di nav de parlemeterê HDP’ê Alîcan Onlu û Aycan Îrmez heye çûn ziyareta sersaxiya malbatan.

Di konê sersaxiyê de dayikan lorik gotin û bertek nîşanî qetlîamên hikûmeta AKP’ê dan.