Andok: Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir bûn navê berxwedana li dijî faşîzmê

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir, Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir ên li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin, ji bo rêya siyaseta demokratîk nîşan bidin bedenên xwe yên bexşandî feda kirine.

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir, Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir ên li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin, ji bo rêya siyaseta demokratîk nîşan bidin bedenên xwe yên bexşandî feda kirine. Andok got, "Nav li welatê xwe yê bê nav kirin, nasname dan mirovên xwe yên bê nasname, rûmeta da jiyanê."

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok da xuyakirin, ku siyaseta demokratîk nexitimiye, ji ber ku rêya siyasetê bi xwe qet nehatiye vekirin. Andok ragihand, ji bo siyaseta demokratîk divê rêyeke bê vekirin û destnîşan kir, ku yên siyaseta demokratîk dimeşînin divê çareyê ji vê re bibînin.

Andok anî ziman, ku jiyan veguheriye îmtihanekê û got, "Ji ber ku Kurd îro şerê man û nemanê dimeşînin, ji ber pozîsyona Kurdan a di vî şerî de, di serî gelên Tirkiyeyê hemû mirovahî ti îmtihanê de ne, ku çiqasî mirovahî bi wan re maye.

Andok bibîr xist, ku li Kurdistanê hema hema hemû şaredar ji wezîfeyê hatine girtin an jî hatine girtin û got, "Em rewşa parlamenteran dibînin, ku nikarin biçin herêma xwe ya hilbijartinê, nikare xwe bigihîne gelê deng dayê. Bi awayekî bêçare, heta ji wan tê hewl didin karê wehşî yê dîktatoriya faşîst a hewl dide gelê Kurd qetil bike, vedibêjin. Em hin qisekeran dibînin, ku giliyê dewletê li derdorê dikin."

Andok da xuyakirin, ku ti ji van hewldanan bi bandor nebûne û pirsên "Baş e wê demê wê çi biqewime? Divê çi bê kirin? Helwestek çawa were nîşandan?" pirsî.

'SIYASET NE CIHÊ GIRÎ Û GILÎKIRINÊ YE'

Xebat Andok diyar kir, hin hêzên demokratîk ên dixwazin balê bikişînin ser qirkirin û êrîşên AKP û Erdogan ên li hemberî Kurdistanê, ketine rewşeke bêçare û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bendewariya ji berpirsyarên vê komkujiyê, xelfet û şaşîtiyeke mezin e. Eşkere ye; qada siyaseta demokratîk ne zemînê girî û gilîkirinê ye. Yên gavê diavêjin nava qada siyaseta demokratîk, yên deng ji gel dixwazin, ji bo bi vî rengî tevbigerin nayên hilbijartin. Gelo rast e giliyê ku pêkanînên zîhniyeta 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' bê kirin? Gelo rast e ku li hemberî vê yekê bigirîn? Gelo rast e ku ji vî dijminê vê dike bê xwestin ku li gorî hiqûqê tevbigere? Gelo rast e ku mirov ewqasî pişta xwe bispêrin hiqûqê? Di rewşeke ku ciwanên Kurd li nava kolanan li ber xwe didin û dijmin êrîşî wan dikin de, gelo rast e mirov xwe bixeyidînin û xwe vekişînin cihekî? Na, nabe ev bê kirin."

'BÊÇARE NEMAN, JI DIJMIN TIŞTEK HÊVÎ NEKIRIN'

Andok destnîşan kir, ku mirovên weke Mehmet Tûnç ê li Cizîrê di êrîşa dewletê de jiyana xwe ji dest da, li hemberî vê rewşê helwesta 'divê çi bê kirin, helwestek çawa were nîşandan' yanî bersiva li rê û rêbazên bikaranîna siyaseta demokratîk bûn û got, "Hevserokê Meclîsa Cizîrê Şehîd Mehmet Tûnç, Hevseroka Meclîsa Silopiyayê Şehîd Pakîze Nayir, Şehîd Sêvê Demîr, Şehîd Fatma Ûyar û Şehîd Ferîde Yildiz ku ew jî mîna şaredaran, mîna parlamenteran hatibûn hilbijartin, li dijî dewleta faşîst a AKP'ê bi fedekariyeke mezin dixebitîn û eşqa azadiyê bi rê ve dibirin, rêya rizgariyê nîşanî me didin. Siyasetmedarên bê kursî, bê kravat nîşanî me didin ku divê sekna li hemberî faşîzmê bi çi rengî be. Ew bê çare neman, gilî û gazin nekirin, negiriyan, ji dijmin tiştek hêvî nekirin. Nebûn ew kesên ji bo demokrasî, diyalog-muzakereyê destê xwe vedikin, nexwestin, hewl dan bistînin. Nav dan welatê xwe yê bê nav, nasname dan mirovên xwe yên bê nasname, rûmet dan jiyanê, bi pîvanên xwe jiyan û bûn xwe bi xwe. Û ew ruhên wan ên bexşandî yên di rûyê wan ê pak de xwe nîşan dan, niha di hemû bedenan de ne. Ruhê wan di nav ame de ye, bedenên me jî mîna wan li hemberî dijmin bi serbilindî disekinîne."

Andok siyaseta heyî nirxand û da zanîn, ku siyaseta heyî di encamê dernaxîne holê, ji bo rê û rêbazên rizgariya ji vê rewşê rêveberên siyaseta demokratîk çareseriyan peyda bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser şêweyê siyaseta demokratîk û got, "Civak li meydana têkoşînê li ber xwe dide. Di serî de mirovên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, hemû rêveberên siyaseta demokratîk divê li ber xwe bidin, bi serbilindî bisekinin, li dû xwe nenihêrin, li bendê nemînin ku hinek bê zemînê ava bike, divê bi xwe bibin pêşeng û ji bo vê jî bi hezaran rê û rêbazan bibînin. Bi kurtasî divê karê xwe bi xwe bike, ji xwe ev yek cewhera siyaseta demokratîk û siyasetmedar e."