Li Bremenê Meclîsa Jinan a Sêvê hat îlankirin

Jinên Kurdistanî yên li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Şehîd Sêvê îlan kirin.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê di kongreya bi beşdarbûna gelek delegeyan a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de meclîsa jinan hat îlankirin.

Di axaftinên kongreyê ku endamên meclîsa HDP’ê Ayşe Berktay û Gulsum Agaoglû wek mêvan tevlîbûn de girîngiya rêxistinbûyina jinê hat destnîşankirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ku jin ji berxwedana li Kurdistanê û li Ewropayê jî ji çalakiyan re pêşengiyê dike.

Di kongreyê de Nûnera Bremenê ya TJK-E Munevver Azîzoglû axivî, meclîsa jinan a hat îlankirin jî wek berdewama berxwedana Kurdistanê ya li Ewropayê pênase kir.

Piştî axaftinan, Meclîsa Jinan a Sêvê ya ji 45 kesan hat avakirin. Berdevkên meclîsê ya ji 3 kesan pêk tê hat diyarkirin. Her wiha komîsyonên Têkîliyên Derve, Perwerde, Dayikên Aştiyê û Têkîliyên bi Gel re hatin eşkerekirin.

LI SAARBRUCKENÊ PANEL

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê di pêşengiya Resîst û Navenda Civaka Demokratîk a Saarbrucken (NCDK) panelek bi mijara ‘Şoreşa Jina Rojava’ li Weqfa Rosa Luxembûrg hat lidarxistin. Endama Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Anja Flach û Hevseroka NCDK’ê Dîlan Akdogan di panelê de axivîn.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Dîlan Akdogan bal kişand ser wehşeta li Kurdistanê, wiha got: “Dewleta Tirk di şexsê jinê de mirovahiyê biçûk dixe. Bêyî bibêje zarok, kal mirovan qetil dike.”

Anja Flach jî diyar kir ku demek dirêj li qada gerîla maye, ji jiyana xwe ya gerîla mînak dan, wiha axivî: “Di destpêka artêşbûyina jinê de di pêvajoya perwerdeyê de min cih girt. Li hember pergala zilam serwer me têkoşîn meşand. Bi saya vê têkoşînê jina Kurd siyasî bû. Jina Kurd bi têkoşînê pêkhateyên feodal derbas kir, bi xwe bawer bû.”

Ji koma muzîkê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Arjîn Gulbahçe û Velî Dapar bi stranên berxwedanê coş dan panelê.

...