Ji bo endamê TAK’ê yê ku li Enqereyê çalakiyek li dar xist konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo endamê TAK’ê Abdulbakî Sonmez (Zinar Raperîn) ê ku di çalakiya li hember artêşa Tirk a li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê konê sersaxiyê hat vedan.

Ji bo endamê Teyrênbazê Azadiya Kurdistanê (TAK) Abdulbakî Sonmez (Zinar Raperîn) ê ku di êrîşa Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê MEYADER'ê ve li Taxa Şêhît Firatê konê sersaxiyê hate danîn. Derdora hezar kesî çûn konê şînê. Girseya ku li ber Navenda Çanda Nûda kom bûn bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" û bi wêneyên Sonmez ve meş li dar xistin.
Hevserokê Bajêr a DBP'a Wanê Caziye Duman di axaftina xwe de balê kişand ser dorpêç û komkujiyên li bajarên Kurdistanê û got "Zinarîn Raperîn bi vê çalakiya xwe re bersiv da polîtîkayên komkujiyê." Apê Sonmez, Muhammet Sonmez jî ji bo gelê Kurd sersaxiyê xwest û got "Zinar şehîdê hemû Kurdistanê ye."
Bavê Abdulbakî Sonmez ji bo testa DNA’yê hat binçavkirin.