Li Silopiyayê 5 rojnameger hatin binçavkirin

Rojnemevanên JÎNHA û DÎHA’yê Handan Tufan, Eylem Baykuş, Ahmet Kanbal û Servet Yîgen ên ku komkujiya Cizîrê ragihandin raya giştî li Silopiyayê hatin binçavkirin.

Rojnemevanên JÎNHA û DÎHA’yê Handan Tufan, Eylem Baykuş, Ahmet Kanbal û Servet Yîgen ên ku komkujiya Cizîrê ragihandin raya giştî li Silopiyayê hatin binçavkirin. Xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiyayê Sabahattîn Koyuncu jî dema di nav wesatîya xwe de di rê de bû hate rawestandin û binçavkirin.

Rojnemevanên DÎHA’yê ên li Silopiyayê nuçê dişopandin hatin binçavkirin. Nûçegîhana JINHA'yê Handan Tufan, nûçegîhanê DÎHA'yê Ahmet Kanbal, xebatkarên Pel Produksiyonê Eylem Baykuş û Servet Yîgen ên ku li Silopiyayê karên otopsiyê yên cenazeyên welatiyên ku li Cizîrê hatibûn qetilkirin dişopandin di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Tîmên taybet li taxa Cudiyê bi ser mala ku her 4 nûçegîhan mêvan bûn de girtin û li malê qasî saetekê lêgerîn kirin. Piştî kontrola nasnameyan, 4 rojnameger û xwediyê malê M.Alî Yilmaz hatin binçavkirin.

Tîmên taybet ên ku der barê binçavkirinê de ti agahî nedan, dest danîn ser compîter, kamera, wênekêş û hemû alavên teknîkî yên rojnamegeran.

Hate zanîn ku Rojnemevanên DÎHA’yê  Yilmaz birine Miduriyeta Emniyetê ya Silopiyayê. 

Xebatkarê beşa çapemeniyê ya Şaredariya Silopiyayê Sabahattîn Koyuncu jî, dema bi wesayîta xwe ve li ser rêya Îpekyoluyê di rê de bû hatibû binçavkirin.