Ber bi Tûzlayê ve pêleke nû ya koçberiyê destpê kir!
Endama Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahattîn Gorenç diyar kir, mirovên malên wan ên li Cizîr û Silopiyayê hatin xerakirin, koçî kampa Çadirkent a li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dikin.
Endama Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahattîn Gorenç diyar kir, mirovên malên wan ên li Cizîr û Silopiyayê hatin xerakirin, koçî kampa Çadirkent a li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dikin.
Endama Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Selahattîn Gorenç diyar kir, mirovên malên wan ên li Cizîr û Silopiyayê hatin xerakirin, koçî kampa Çadirkent a li bajarokê Tûzla yê Edeneyê dikin. Bi hezaran kesên li bereqeyên ji qamir dijîn, di sala 1994'an de ji ber bombekirina gundên li herêma Besta ya Şirnexê neçar mabûn koç bikin.
Bi deh hezaran Kurdên ji neçarî li vir bi cih bûne, di nava şert û mercên gelekî zehmet de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Bi sedan kesên malên wan ên li Silopiya û Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin û xerakirin, ji ber pirsgirêka stargehê berê xwe dan bajarokê Tûzla.
Endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyê Selahattîn Gorenç da xuyakirin, ku wan li bajarokê Tûzlayê li ser mijarê lêkolîn kirine û ew ê bişînin ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê re. Gorenç got, "Me bihîst vê hefteyê ji Cizîr û Silopiyayê 30 malbat hatine. Em bi wan re axivîn, bawerim bi sedan malbatên din ên malên wan xera bûn û pirsgirêka stargehê dijîn, wê werin vê derê. Ev hefteyeke timî malbatên nû li nava malên ji qamir bi cih dibin. Pêl bi pêl mirov ji Silopiya û Cizîrê tên. Tên cem xizmên xwe yên li vê derê. Li vê derê ti mafê welatîbûnê ya mirovan nayê naskirin. Lewma Nenteweyên Yekbûyî salên dûr û dirêj mercên jiyanê yên van mirovan dişopîne. Weke endamên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî me jî xebatên xwe yên di vî warî de qedandin û em ê bişînin ji Yekîtiya Ewropayê ye."
Gorenç ragihand, li vê herêmê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû da ne, ew ê di rojên pêş de vê bi raya giştî re parve bikin û got, "Li ser mercên jiyanê yên van mirovên li Tûzlayê, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê raporek ji me xwest. Ji ber ku tê zanîn, ev mirov ji ber şewitandina gundên xwe koçî vir kirine. Ji ber pirsgirêkên stargeh, xwarin û ava vexwarinê, me tespît kir ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî derketine holê. Di rojên pêş de me ê rapora xwe ya li ser koçberên li Tûzlayê bi raya giştî re parve bikin."