TEV-ÇAND’Ê xebatên xwe nirxand
Endamên TEV-ÇAND’ê li bajarê Koln ê Elmanyayê civiyan, qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd, xebatên rêxistînî û gavên bên avêtin nîqaş kirin.

Hunermendan bal kişandin ku li Sûr û Cizîrê tevahî hebûnên dîrokî û çandî tê tinekirin, wiha axivîn: “Li hember vê hovîtiyê em wek hunermendên Kurd bêdeng namînin û li hember êrîşan em ê bi mezinkirina rêxistinbûyina xwe bibin bersiv.”
Civîna duh li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê bi tevlîbûna gelek hunermendên ji gelek bajarên Elmanya hatin ve destpê kir û du rojan dom kir, îro bi dawî bû. Nêzî 100 hunermendî tevlî civînê bû, têkîldarî xebatên huner û çandê nêrîn parve kirin. Kêmbûna hejmara hunermendên jin hat rexnekirin. Di civîna ku wehşeta li
Kurdistanê û rewşa hunermendên Kurd ên li Ewropa dijîn hatin bidestgirtin de hin biryar wiha ne:
*2’ê Nisanê festîvala zarokan a Bakurê Elmanya li Bremenê bê lidarxistin.
*4-5’ê Hezîranê kongreya Ewropa ya TEV-ÇAND’ê bê lidarxistin.
*Koroya Bakurê Elmanya ya ji 50 kesan bê avakirin.