Li Şêxmeqsûdê 13 sivîl hatin qetilkirin, 197 sivîl birîndar bûn

Ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî taxa Şêxmeqsûdê, di nava 5 rojan de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 197 sivîl jî birîndar bûn.

Çeteyên El-Nûsra û Ehrar el-Şam ev 5 roj in ji herêmên Cendûl û Kastêlo yên Helebê, taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in bi çekên giran, hawan û tupên gazê topbaran dikin. Îro jî bi dehan top li taxê ketin.

Di encama topbarana ku ji 16’ê Sibata 2016’an ve bê navber didome de, heta niha 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 197 sivîl jin û zarok di nav de birîndar bûn. Li herêmê derman û îmkanên peydakirina dermanan kêm in, lewra rewşa gelek birîndaran di metirsiyê de ye.

Li aliyek din, li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di şerê li taxa Eşrefiyê ya Helebê heya niha 60 çete hatin kuştin û zêdî 100 çete yî jî birîndar in.