Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku herêma Şedadê ku di vê dema dawî de hatiye rizgarkirin ji ber mayînên ku çeteyan çandibûn, hê jî ewlehiya wê nehatiye peydakirin û hêzên wan ên pispor ji bo bêbandorkirina mayînan xebatên xwe berdewam dikin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha ye:
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 16’ê Sibata 2016’an de li başûrê Hesekê pêngava “Xezeba Xabûr” da destpêkirin, di 19’ê sibata 2016’an de bajaroka Şedadê li gel bejahiyeke 2400 m2 ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li bajaroka Şedadê hêjî gelek mayînên ku çeteyan tê de çandibûn, hene. Hêzên me yên pispor niha ji bo paqijkirina mayînan xebatên xwe berdewam dikin.
Dibe ku hin çeteyên xwekuj di nava bajarok de xwe di hin deveran de veşartibin. Deverên hatine rizgarkirin hêjî ewlehiya wan ji ber mayînan nehatiye pejirandin.
Herêma Şedadê wekî baregeheke leşkerî ya stratejîk ya çeteyên DAIŞ’ê bû. Çeteyan li dijî welatiyên herêmê hemû êrîşên xwe li vê deverên plan dikirin.
Bi rizgarkirina Şedadê rêya çeteyan di navbera bajarên Mûsil û Reqqayê de hate birîn. Her wiha deverên petrol û gazê jî ku çeteyan xwe jê fînanse dikirin, hatin rizgarkirin.
Hemleya me ya Xezeba Xabûr, li ser banga welatiyên herêmê hate destpêkirin û bi rizgarkirinê qadê jî welatiyên herêmê bi coş em pêşwazî kirin.
Di dawiyê de em ji gelê xwe yê berxwedêr re ji hemû pêkhateyên wê dibêjin ku HSD’ê wê di parastina hemû pêkhateyan de berxwedana xwe ya heta tevahî axa welat ji çeteyan tê paqijkirin, wê berdewam bike.”