LI Şedadê 49 çete hatin kuştin

Di operasyona rizgarkirina gundewarên Şeddadê yên di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ de, şer bi dijwarî dewam dike.

Di operasyona rizgarkirina gundewarên Şeddadê yên di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ de, şer bi dijwarî dewam dike.

Li eniya Başûrê Holê di şerê dijwar ê li gundê Taga de 8 çete hatin kuştin. 4 çeteyên bi motosîkletên bombebarkirî ku hewldan ji gundê Becdalê êrîşî gundê Awal yê ku şervanên HSD’ê rizgar kirine ji aliyê şervananên HSD ‘ê ve hatin kuştin û motosîkletên wan jî hatin rûxandin.

Li eniya Çiyayê Kizwana jî di encama şer dijwar ê li gundê Edlatehtanî de 15 çete hatin kuştin û wesayîtek bombebarkirî ji aliyê şervanên HSD’ê de hat teqandin.

Li gundê Ûwena jî di encama şerê dijwar ê di navbera şervan û çeteyan de 22 çete hatin kuştin.