Artêşa Tirk bombekirina Rojava didomîne
Êrîşên artêşa Tirk a li hember Rojava dewam dike.
Êrîşên artêşa Tirk a li hember Rojava dewam dike.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk a ji 24’ê Cotmeha 2015’an ve li hember çeperên wan ên li xeta sînorê Kobanê dane destpêkirin didomînin.
YPG’ê wiha got: “20’ê Sibatê saet 20.00’an artêşa Tirk li hember hêzên me yên li gundê Hemam ê girêdayî navçeya Cindirêsê yê Efrînê êrîşek pêk aniye. Li nuqteya YPG’ê ya ku 6 roketên tankê lê ketine de 3 hevalên me birîndar bûne.”
Di dewama daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin:
“20’ê Sibatê saet 08.00’an çeteyên DAIŞ’ê li hember gundê Qereqozax û derdora wê ya dikeve başûrrojavayê Kobanê ya ji çeperên başûr ên çeteyan e, bi çekên giran êrîş li dar xistine.
21’ê Sibatê (îro) saet 01.00’an li qada başûrê Cerablûsê ya çeperên DAIŞ’ê lê ne teqînek mezin pêk hatiye. Sedem û encamên teqînê nehatine zelalkirin.
20’ê Sibatê hêzên me li gundê Bûcak ê li başûrê bajarokê Sirîn ê girêdayî Kobanê xebatên lêgerînê meşandine. Di encama lêgerînan de 4 cenazeyên çeteyan, 4 kleş, 8 bombeyên dest û hiltiyek hatiye desteserkirin.”