Li Şirnexê panela zimanê dayikê
Li Şinexê bi munasebeta 22’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Şaxê Kurdî- Der a Şinexê panelek hat lidarxistin.
Li Şinexê bi munasebeta 22’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Şaxê Kurdî- Der a Şinexê panelek hat lidarxistin.
Li Şinexê bi munasebeta 22’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Şaxê Kurdî- Der a Şinexê panelek hat lidarxistin.
Li Şirnexê bi munasebeta 22’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Şaxa Kurdî- Der a Şirnexê panelek hat lidarxistin. Panela ku Egîtîm Sen, ÎHD, MOLPer, Navenda Çandê ya Cûdî û KJA’ê piştgirî kir, bal kişand ser zimanê dayikê ku li ber xeteriya hebûn û tunebûnê ye û xeteriyên ku bandorê li ser zimanê dayikê dike.
Di panelê de li ser navê endamên Kurdî Der’ê Weyşan Kulter axivî û diyar kir, Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê ji aliyê Rêxistina Çandê, Zanist û Perwedehiyê ya Yekîtiya Ewropa (UNESKO) di sala 1999’an bi awayek fermî hatiye pejirandin. Kulter da xuyakirin ku ji bo pêşketina civakiya mirovahiyê zimanê dayikê pir girîng e.
Kulter wiha got: “Wek ji navê wê jî diyar e zimanê dayikê ji dayikê tê û ji bo pêşketina civaka mirovahiyê û çanda neteweyî xwedî girîngiyeke taybet a nasnameya civakê ye. Mafê zimanê dayikê yek ji mafê bingehîn ê mirovahiyê ye.”
Piştre yek ji endamên Kurdî- Der’ê Akin Serhadî mafê axaftinê girt û bal kişand ku hê jî zimanê Kurdî li nav zimanên qedexe de ye û bi awayekî fermî perwerdehiya wê tê astengkirin. Serhadî wiha anî ziman: “Îro bi milyonan zarok zimanê xwe yê dayikê fêr nabe, ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê nabîne mexdûr e. Bi awayekî zanîstî, demokratîk perwedehiya bi zimanê xwe nabîne, ji zimanê xwe yê fermî dûr dikeve. Ji bo li her herêmê bi awayekî azad zimanê dayikê bê axaftin, divê em hemû li derdor, malê û li her deverê bi zimanê Kurdî baxivîn.”
Panel bi guhdarkirina helbestan bi dawî bû.