Li Hezexê 2 tîmên taybet hatin kuştin

Tê diyarkirin ku 2 tîmên taybet ên hewl dane bikevin taxên Hezexê ya qedexeya kolanan lê dewam dike, hatine kuştin.

Tê diyarkirin ku 2 tîmên taybet ên hewl dane bikevin taxên Hezexê ya qedexeya kolanan lê dewam dike, hatine kuştin.

Di roja 6. a qedexeya kolanan de li navçeya Hezex a Şirnexê piştî bêdengiyek dirêj, şer dîsa destpê kir. Ji wesayîtên zirxî yên li gundê Xerabşeref hatine bicihkirin, taxên Yenîmahalle û Tûrgût Ozal tên topbarandin. Bi topbaranê ve hêzên dewletê hewl dan bikevin taxê, lê rastî berxwedana endamên YPS û YPS-Jin hatin. Li ser vê hat hînbûn ku hêzên dewletê bêyî bikevin taxan xwe kişandine. Hat hînbûn ku di şerê derket de 2 tîmên taybet hatine kuştin.

Her wiha hat hînbûn ku pêgera hewayî ya keşfê ya bi navê ‘Bayraktar’ a li ser asîmanên navçê digeriya jî li Taxa Tûrgût Ozal hatiye xistin.
Dîsa polîsan li gelek malên li Taxa Atakentê lêgerîn pêk anîn, deriyê Mizgefta Mehmet Akîf Ersoy a deriyê wê girtî, şkandin û di hundir de lêgerîn kirin.