Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser berxwedana li Amed û Botanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPS'ê diyar kir, berxwedana li hemberî êrîşên AKP'ê dewam dike û da xuyakirin, ku di nava 3 rojên dawî de 33 'çeteyên AKP'ê' hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya YPS'ê bîlançoya 3 rojên dawî bi vî rengî ye:
"Roja 18'ê Sibatê piştî nîvro, di şerê li taxa Çavûş a navçeya Amed Sûrê de 4 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn.
Heman rojê li hemberî çeteyên li taxa Seyranpte ya li navçeya Şirnex Hezexê bi cih bûbûn çalakiyek hat lidarxistin. Li vê derê 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Piştî çalakiyan 2 maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û 2 maşînên zirxî yên bi tîpa kobra xwestin bikevin nava taxa Sor. Di encama destwerdana li van maşînên zirxî de 4 çete hatin kuştin. Di dema vekişînê de 7 endamên tevgera taybet ên di nava maşîneke zirxî de bûn hatin îmhakirin. Danê êvarê hêzên dewletê cenazeyên xwe ji herêmê rakirin û xwe vekişandin. Piştre bi maşînên zirxî tax bombe kirin.
19'Ê SIBATÊ
Roja 19'ê Sibatê heta danê nîvro êrîşên li Hezexê dewam kirin. Saet di 11:00 de hêzên me polîsekî tevgera taybet kuştin.
19'ê Sibatê hêzên dewletê li navçeya Mêrdîn Dêrikê êrîşek pêk anîn. Li vê derê maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
19'ê Sibatê, di şerê li navçeya Amed Sûrê de 6 endamên tevgera taybet hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Her wiha 3 leşkerên hat gotin di binê enqazê de mane, di şer de hatine kuştin. Ev nûçe ji bo xapandina raya giştî hatiye weşandin.
20'Ê SIBATÊ
Roja 20'ê Sibatê, di çalakiya li taxa Tûrgût Ozal a li navçeya Şirnex Hezexê de 5 endamên tevgera taybet hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Balafireke keşfê ya li herêmê digeriya hat xistin.
20'ê Sibatê li Hezexê, leşkerekî bi paye, ku payeya wî nehat zelalkirin, hat kuştin.
20'ê Sibatê di şerê li Amed-Sûrê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Di vî şerî de şervaneke me ya YPS Jin şehîd ket. Agahiyên nasnameya hevala me ya şehîd ketiye, bi vî rengî ye:
Nasnav: Mizgîn Nûda Koçer
Nav paşnav: Asya Taşçi
Navên dayik û bav: Mevlûde-M. Alî
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1993 - Sêrt