HSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir

HSD’ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên ku di operasyona Xezeba Xabûrê de jiyana xwe jidest dane, eşkere kir.

HSD’ê nasnameyên 4 şervanên xwe yên ku di operasyona Xezeba Xabûrê de jiyana xwe jidest dane, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 4 endamên xwe yên YPG’ê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî eşkere kir.

Daxuyaniya HSD’ê wiha bû:

“Hezên HSD’ê ku ji bo Sûriyeke Demokratîk û Rojavayeke azad tekoşînê xwe her diçe mezin dike. 16’ê sibatê bi navê ‘Xezeba Xabûrê’ operasiyonêk despê kir. Operasiyona HSD’ê bi berxwedaniya şervanên dighije serkeftineke dîrokî. Hezên YPG û YPJ jî di nava HSD’ê da cihê xwe digirin berxwedaniyeke dîrokî û rolek sereke bicih tînin.

Di operasiyona Xezeba Xabûrê de hêzên YPG û YPJ ji bo armancên xwe yên pîroz bêyî teredût şer dikin û canê xwe feda dikin. Di vê operasiyonê de 2 endamên YPG gihiştin şehadetê. Her wiha endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî jî cihê xwe di nav vê berxwedaniya bê hempa de girtin û gihiştin şehadetê.”

Li gorî daxuyaniya HSD’ê nasnameyên şervanan wiha ne:

Nasnav: Hac Xan

Nav û paşnav: Ehmed Îbrahîm

Navê dayîkê: Gemra

Navê bav: Ewad

Cihê Jidayîkbûnê: Hol

Cih û dîroka şehadetê: Şedadê -Mezraa Xemîs Elemo/20’ê sibata 2016’an.

***

Nasnav: Rohan Xan

Nav û paşnav: Elî El-Elî

Navê dayîkê: Fewaza

Navê bav: Ekle

Cihê Jidayîkbûnê: Hol

Cih û dîroka şehadetê: Şedadê – Mezraa Xemîs Elemo/20’ê sibata 2016’an.

***

Nasnav: Îskender

Nav û paşnav: Ehmed Hecî Mehmûd

Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Şedadê-Mezraa Xemîs Elemo/20’ê sibata 2016’an

***

Nasnav: Corc

Nav û paşnav: Tewfîq Sehîd El-Elî

Cihê jidayîkbûnê: Til Temir

Cih û dîroka şehadetê: Şedadê – Mezraa Xemîs Elemo/20’ê sibata 2016’an.