YPJ-Şengal 1. Konferansa xwe li çiyayê Şengalê li dar xist
Yekîneyên Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) 12-13’ê Sibatê li Çiyayê Şengalê 1. Konferansa xwe li dar xist.
Yekîneyên Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) 12-13’ê Sibatê li Çiyayê Şengalê 1. Konferansa xwe li dar xist.
YPJ-Şengal yekemîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansa ku navê YPJ-Şengal wek Yekîniyên Jinên Şengal (YJŞ) hat guhertin de Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta bi rêya telefonê beşdar bû, bal kişand ser êrîşên li Bakurê Kurdistanê, wiha got: “Me li Bakurê Kurdistanê destpê kir em ê li Bakurê Kurdistanê mezin bi ser kevin.”
Yekîneyên Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) 12-13’ê Sibatê li çiyayê Şengalê 1. Konferansa xwe li dar xist. 115 delege ji YPJ-Şengal, YJA-Star û jinên ciwan tevlî konferansê bûn, konferans diyarî jinên Êzîdî yên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dane, Berîvan Şengal, Berîvan Arîn û yên di berxwedana Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.
Di konferansa ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek rojeva esasî hat diyarkirin de piştî hilbijartina diwanê, madeyên rojevê hatin gotûbêjkirin. Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Sozdar Avesta bi rêya telefonê tevlî konferansê bû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û di şexsê jinên Cizîra Botan ên pêşengiya serhildanan dikin de tevahî gelê Kurd silav kir. Avesta diyar kir ku di pêvajoyeke ku bi êrîşên zêde re berxwedan di asta herî jor de lidarxistina konferansa YPJ-Şengalê pir bi wate ye.
Avesta bal kişand ser berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê jî got Cizîra Botan mohra xwe li berxwedana sedan salan daye. Avesta bi bîr xist ku li Cizîrê bê navber berxwedanek 6 mehan dewam dike, wiha axivî: “Li Cizîrê û Sûrê berxwedanek bi heybet heye. Ji du mehan zêdetir qedexeya kolanan heye. Du meh in Erdogan û çeteyên xwe yên DAIŞ ava kirin, emirê DAIŞ’ê ye, li Sûr û Cizîrê tevahî hêza xwe bikar tîne, hewl dide gel bêzar bike, gel ji qetlîaman derbas bike. Erê, şehîdên me çêbûn, lê ya li Cizîrê ketiye ne têkoşîna azadiyê, şoreşa gel e, hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk e. Ya bi ser ket Cizîrê ye. Di şexsê Cizîrê de Kurdistan bi ser ketiye, mirovahî bi ser ketiye. Ev berxwedan berxwedana bi sedan salan e. Dîrok wiha tê nivîsandin. “
Avesta da xuyakirin ku eger li Bakurê Kurdistanê şoreş bi ser nekeve li ti cihên din jî bi ser nakeve, wiha dewam kir: “Me li Bakurê Kurdistanê destpê kir, em ê li Bakurê Kurdistanê jî mezin bi ser kevin. Eger li Bakurê Kurdistanê serketin bilind nebe, ti şansê serketina Başûrê Kurdistanê jî tineye. Divê ti kes xwe nexapîne. Eger niha li bin lingên wan kulavên sor tên raxistin, ev bi saya berxwedêrên Cizîrê ne.”
Avesta bal kişand ku bêyî Tevgera Azadiya Kurd êdî ti kes nikare li herêmê di nav lêgerînan de be.
YPJ-ŞENGAL ÊDÎ YPŞ YE
Di konferansê de navê YPJ-Şengal wek Yekîneyên Jinên Şengal (YBŞ) hat guhertin. Axaftina girtina konferansê jî Fermandara YJA-Starê Berfîn Nûrhak kir, banga mezinkirina têkoşînê kir, wiha got: “Yên bi ser ketin, ên bi felsefeya Rêber Apo jiyan e, yên çek girtin destên xwe û hatin çiyayên Şengalê ne, yên heta dawî bi têkoşîna azadiya jinê bawer in.”