Polîsên Tirk êrîşî çalakiya ‘Sûr nebe mîna Cizîrê’ kir
Polîsên Tirk êrîş birin ser bi sedan welatiyên ku bi şîara ‘Sûr nebe mîna Cizîrê’ li pêşiya avahiya AZC Plaza ya ku semta Ofîsê û navçeya Yenîşehîrê bi hev girê dide kom bûn.
Polîsên Tirk êrîş birin ser bi sedan welatiyên ku bi şîara ‘Sûr nebe mîna Cizîrê’ li pêşiya avahiya AZC Plaza ya ku semta Ofîsê û navçeya Yenîşehîrê bi hev girê dide kom bûn.
Polîsên Tirk êrîş birin ser bi sedan welatiyên ku bi şîara ‘Sûr nebe mîna Cizîrê’ li pêşiya avahiya AZC Plaza ya ku semta Ofîsê û navçeya Yenîşehîrê bi hev girê dide kom bûn. Di çalakiyê de polîsan bi ava şid, bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin û jinek ji ser hişê xwe çû. Li ser vê nêzîkatiya kêfî gel jî bi keviran bersîv da, bi yek dengî dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Her der ji bo Sûrê bibe berxwedan” qîr kirin û rêz girtin.
Li Amedê di pêşengtiya DBP, HDP, DTK, KJA ve DEM-GENÇ’ de bi sedan kes ji bo şikandina terora çeteyên dewleta Tirk a ku ev 82 roj in li ser Sûrê didin meşandin, li pêşiya avahiya AZC Plaza kom bûn, polîsên Tirk bi ava şid, bi gaza îsotê êrîşî girseyê kirin. Saet di 14:00’an de polîsan bi wesayîtên TOMA û bi tîmên taybet avahiya Plazayê dorpêç kirin û li ser dorpêçê gel herikîn avahiyê. Di çalakiyê de Parlemetera HDP’ê Çaglar Demîrel, Hevserokê HDP’ê yê bajarê Amedê Alî Şîmşek û gelek siyasetmedar beşdar bûn û jina ku li hember êrîşên hikûmeta Tirk îsyan kir ji ser hişê xwe çû. Jina ku ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxaneyê, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Ji gerîlayên ku li Sûrê ber xwe didin hezar silav” û “Bê Serok jiyan nabe” re êrîş destpê kir. Polîsên ku bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin, girseyê jî bi keviran bersiv da. Girseya ku di nava kolanan de belav bûn, dîsa li pêşiya avahiya DTK’ê kom bû. Li vir bi gotina Çerxa Şoreşê deqeyekê rêz hat girtin. Gelê ku li pêşiya avahiya DTK’ê kom bû, dîsa polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin. Di çalakiyê de tîmên taybet bi wesayîtên Range Rover di nava kolanan de tûr avêtin, hêjayî gotineye ku mifteya otobusa girêdayî şaredariyê ya ku li ser rê nefer bar dikir ji ajokar girtin.
Alozî hê jî didome...