Rojnameger Koyuncu hate binçavkirin

Xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiyayê rojnameger Sebahattin Koyuncu ji hêla tîmên taybet ve hate binçavkirin.

 Xebatkarê çapemeniya Şaredariya Silopiyayê rojnameger Sebahattin Koyuncu ji hêla tîmên taybet ve hate binçavkirin. 

Li navçeya Silopiyaya Şirnexê ku êrîş û dorpêç berdewam dikin, xebatkarê çapemeniya şaredariya Silopiyayê Sabahattîn Koyuncu hate girtin. Hate zanîn ku li ser Rêya Îpekê pêşiya wesayîta Koyuncu ji hêla wesayîtên zirxî ve hatiye girtin û piştî kontrolkirina nasnameyê hatiye binçavkirin. 

Sedema binçavkirina Koyuncu nehat zanîn. Hêzên dewletê Koyuncu birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê.