BI DÎMEN

Şervanên HSD’ê rêya di navbera Mûsil û Şedadê kontrol kirin

Operarasyona Şedadê ya bi şîara Hêrsa Xabûrê hat destpêkirin berdewam dike. Şervanên HSD’ê rêya di navbera Mûsil û Sedadê kontrol kirin.

Operarasyona Şedadê ya bi şîara Hêrsa Xabûrê hat destpêkirin berdewam dike. Şervanên HSD’ê rêya di navbera Mûsil û Sedadê kontrol kirin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku 16’ê Sibatê di bin navê ‘Hêrsa Xabûr ‘de ji bo rizgarkirina herêma Şedadê daye destpêkirin, li başûrê Hesekê dewam dike.

Di çarçoveya operasyonê de, şervanên HSD’ê rêya destekdayîna çeteyan a di navbera bajarê Şedadê ku duyemîn bargeha mezin a DAIŞ’ê ye û Mûsilê, xistin bin kontrola xwe.

Bi vê yekê rêya destekdayîna çeteyan a sereke hat birîn.

Devera ku HSD’ê xistiye bin kontrola xwe 25 kîlometreyan dûrî Şedadê ye.

Operasyona HSD’ê li herêmê hê jî didome.