Ji jêrzemînên wehşetê 13 cenazeyên din hatin derxistin

Ji jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê, duh 13 cenazeyên din ahtin derxistin. Cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Silopiyayê.

Ji jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê, duh 13 cenazeyên din hatin derxistin. Cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Silopiyayê.

13 cenazeyên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ji jêrzemînên wehşetê hatin derxistin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ji wir jî birin Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Xabûrê. Hejmara cenazeyên niha li Xabûrê ne, gihîşt 55'an.

Heta niha ji 158 kesên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hatin qetilkirin, 63 rakirin Deriyê Sînor ê Xabûrê. Ji cenazeyan ên Mûharrem Erbek, Nûrsel Dalmiş, Ferhat Karadûman, Derya Koç, Edîp Arvas, Aydin Erol, Abdulselam Tûrgût û Mûrat Kazici ji aliyê malbatan ve teslîm hatin girtin. Heta niha 79 malbat ji bo teşxîskirinê hatine.