BI DÎMEN

Ezîz: Eger Kurd nebin yek, dikarin sedsaleke din jî winda bike

Sekreterê Giştî yê Hizbî Ayînde Qadir Ezîz diyar kir, eger Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk pêk neynin, mîna sedsala bihurî, wê di vê sedsalê de jî winda bikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbî Ayînde Qadir Ezîz da xuyakirin, bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd îro gihaştine qonaxa bi destxistina statuyê û got, "Eger hêzên Kurd di nava xwe de yekîneyeke demokratîk pêk neynin, mîna sedsala bihurî wê di vê sedsalê de jî bibin qurbanê peymanên navneteweyî."

Serketerê Giştî yê yê Hizbî Ayîndeyî Kurdistan Qadir Ezîz mijarên di rojeva herêmê û Kurdistanê de ne, ji ANF'ê re nirxand.

Ezîz di destpêka axaftina xwe de komloya 15'ê Sibatê ya di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hat kirin, şermezar kir û got, "Bi berxwedana bi heybet a Rêber Apo re pûçkirina vê komployê ji bo gelê Kurd desteketiyeke mezin e. Eger di roja îro de gelê Kurd ewçend nêzî bi destxistina statuyê bûye, ev yek bi saya berxwedana li Îmraliyê ye."

'BERXWEDANA GELÊ ME YÊ LI BAKUR WÊ BI SER BIKEVE'

Ezîz bal kişand ser teror û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li gelê sivîl dike û ev nirxandin kir: "Li hemberî van êrîşan bêguman gelê me bi xurtî li ber xwe dide. Gelê Kurd ji 7 heta 70 salî li dijî van êrîşan xwerêveberiyê diparêze. Di vê pêvajoya em tê de ne, mifteya serketinê berxwedan e. Ji bilî berxwedanê ti rê nehatiye hiştin. Teslîmiyet an jî hêviya ji dewletê, tê wateya xwekuştinê. Ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd wê li Bakurê Kurdistanê bibe xwedî maf û azadiya xwe. Berxwedana Bakurê Kurdistanê wê bi serketinê re tacîdar bibe. Ez li cem berxwedana bi heybet a gelê me yê li Bakurê Kurdistanê me."

'DI NAVBERA PDK Û AKP'Ê DE HEVKARIYEKE KÛR HEYE'

Li ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê li pêşberî van hovîtiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike Ezîz wiha xivî: "Weke ku tê zanîn, PDK a li Başûrê Kurdistanê desthilatdarî xistiye destê xwe, bi Erdogan û AKP'ê re ji aliyê siyasî û aborî ve xwedî hevkariyeke kûr e. Li Başûrê Kurdistanê ji bilî PDK'ê, ti partiyeke din têkiliya xwe bi AKP û Erdogan re nîne. Lê belê tevî vê yekê jî helwesta wan a li hemberî polîtîkaya komkujiyê ya dewleta Tirk gelekî qels e. Eniya Tirkmenan bi xwe, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat birêxistinkirin, xwest polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin bê qedandin. Lê partiyên siyasî yên Kurd helwesteke zelal nîşan nadin. Ev yek mirovan diêşîne. Li başûrê Kurdistanê diviyabû niha bi deh hezaran mirov biherikiya kolanan, lenet li komkujiyên dewleta Tirk bianîna û nîşan bida ku li cem gelê Bakurê Kurdistanê ye. Mixabin li Başûrê Kurdistanê ev yek qels e."

Sekreterê Giştî yê Hizbî Ayînde Qadir Ezîz destnîşan kir, ku divê neyê ji bîr kirin; Li Başûrê Kurdistanê desthilatdariyeke despot a weke PDK'ê heye û bibîr xist, ku vê partiyê nehiştiye Kantonên Rojava jî bi awayekî fermî were naskirin.

'DEWLETA TIRK PDK LI NAVERASTÊ HIŞT, EGER AKP SIBE RABE BIBE DIJMINÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, QET MATMAYÎ NEMÎNIN'

Ezîz nirxandina xwe ya li ser têkiliya navbera dewleta Tirk û PDK'ê bi vî rengî dewam kir:

"PDK'ê gelekî hêvî ji têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re dikir. Lê belê dema DAIŞ'ê xwe gihand ber deriyê Hewlêrê, dewleta Tirk ew li naverastê hişt. Dewleta Tirk di ser re rabû destek da çeteyên DAIŞ'ê. Yên ku alîkarî dan me Îran û DYA bûn. Mesût Barzanî û endamên dîwana serokatiyê ya herêmê jî ev bi awayekî zelal bilêv kirin. Hingî dan xuyakirin, ku dewleta Tirk bersiveke neyînî daye daxwaza wan a ji bo alîkariyê. AKP ji yên berê jê re digot birayê min e, îro dikare bêje dijminê min ê herî mezin e. Ev rastî di mînakên cemaeta Gulen, rejîma Esad û hikûmeta Iraqê de tê dîtin. AKP û Erdogan li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Rêbazeke xwe ya têkiliyan a bi pîvan nîne. Eger sibe rabe Başûrê Kurdistanê weke dijmin îlan bike û li qada navaneteweyî dijberiyê lê bike, divê mirov lê matmayî nemîne. Pêwîste PDK van bibîne û nekeve ser rêya piştre jê poşman bibe."

'TIRKIYE Û SIÛDÎ, JI BO KURD NEBIN XWEDÎ STATU ÇI JI DESTÊ WAN BÊ EW Ê BIKIN'

Ezîz bal kişand ser hewldanên dijminane yên Bloka Sûnî ya bi pêşengiya Tirkiye û Erebîstana Siûdî li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got, "Eger hêzên Kurd li herêmê yekîtiya xwe ya demokratîk pêk neynin, mîna sed sal beriya niha wê bi vê siyaseta xwe ya parçebûyî re careke din bibin qurbanê peymanên navneteweyî. Xeteriyeke bi vî rengî heye. Yanî dibe ku felaketeke nû ya Sykes-Pîcot bê serê Kurdan. Tevî ku Kurd di şerê li hemberî DAIŞ'ê de hêza herî bi bandor e jî, bang lê nehat kirin ji bo tevlî civîna Cenevre-3 bibe. Ev yek mesajek xetere ye ji bo dema pêş. Trikiye û Erebîstana Siûdî siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn li ser dijminatiya li Kurdan dane avakirin. Ev hêz wê di dema pêş de, di hemû peymanên dîzaynê yên piştî eşrê DAIŞ'ê de dijminatiyê li Kurdan bikin. Ji bo Kurd nebin xwedî statu çi ji dest bê wê bikin."

'YÊN DIJMINATIYÊ LI ROJAVA Û BAKUR DIKIN, JI BAŞÛR RE NABIN DOST'

Ezîz di dewama axaftina xwe de got, "Yên li hemberî gelê Kurd ê li Rojava û Bakurê Kurdistanê dijminatiyê dikin, wê dijminatiyê li Başûrê Kurdistanê jî bikin. Girîng e bi vî rengî were fêmkirn. Ew hêzên dijminatiyê li beşek ji Kurdan dikin, nikare bibin dostê beşek ji Kurdan. Divê partiyên kurd vê ti carî qebûl nekin. Lewma divê tevgerên siyasî yên Kurd siyasetke li gorî berjewendiyên neteweyî bimeşînin."